EFRÎN –Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de, gundên Basûfan û Beîh ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi tang û hawanan topbaran dikin. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiv didin.
Çavkaniyên leşkerî raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Kela Semanê di van kêliyan de, gundên Basûfan û Beîh topbaran dikin.
Çavkaniyên ji herêmê gotin ku şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiv didin.
Ta vê kêliyê şer didome.