Gelê Şedadê darbesta şehîdê xwe spart axê

HESEKÊ – Xelkên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel Enes El-Ehmed li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.

Şervanê YPG’ê Enes El-Ehmed ku di nava YPG’ê de bi navê Gerzan Hesekê dihate naskirin, di 4’ê kanûna 2017’an de di pêngava Bagera Cizîrê de gihiştiye şehadetê.

Hemwelatiyên herêmê ji bo cenazeyê Gerzan oxir koça wî ya dawî bikin, li hev kom bûn û ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê cenaze wergirtin.

Hemwelatî bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê. Dema ku karwan gihişte riya ketina goristanê, şervanên YPG’ê cenaze danîn ser milên xwe û birin hundirê goristanê.

Li wir merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Telal Cemîl ji mabata şehîd û rêhevalên wî re sersaxî xwest.

Ji fermnadarên Yekîneyên Parastina Gel jî Siwar Hesekê axaftinek kir û got “Em destpêkê ji xwe û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehîd Enes yek ji sembolên fedakariyê bû. Em soz didin ku tola wî hilînin û riya wî dewam bikin.”

Piştre belgenameya şehadetê Enes hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, di dawiyê de rêhevalên şehîd darbesta wî rakirin û di nava tilliyên dayîkan de spasrtin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

HSK-MRASIM-1-SEHIDAN (5) HSK-MRASIM-1-SEHIDAN (4) HSK-MRASIM-1-SEHIDAN (3) HSK-MRASIM-1-SEHIDAN (1)

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …