Li Tebqayê 5 şervanên QSD‘ê hatin oxirkirin

TEBQA – Şêniyên Tebqayê cenazeyên 5 şervanên QSD‘ê yên di Cotmehê de li Reqayê şehîd bûne, oxir kirin.TEPQA-MERASIMA-SEHDIA (4)

Şêniyên bajarê Tebqayê û gundên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mistefa Efara (Mistefa Reqa), Ibrahîm El-Ehmed (Zeyîm), Xalid El-Meter (Diyab), Ehmed Yasîn (Ehmed Reqa) û Kamil Dubo (Ebû Mihemed) ên di encama teqîna mayînên çeteyan li Reqayê Şehîd bûn li goristana Şehîdên Tebqayê oxir kirin.

Bi sedan welatiyan li goristanê kom bibûn û li benda kerwanê cenaze ku dê ji Kobanê were bûn.

Dema kewranê cenazeyan gihişt welatiyan bi dirûşmeyên “Şehîd Namiri” ew pêşwazîkirin.DARIYA MARKI

Li goristanê merasîmê oxirkirinê hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji fermandara YPJ‘ê Derya Amargî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku rizgarkirina ji DAIŞ‘ê rojbûneke nû ye, êdî gel bi xwe, xwe diparêze û xwe bi rêve dibe.

Di merasîmê de, nimêj li ser cenazeyan hate kirin.

Şêniyan cenzeyên şehîdan di nava dirûşmeyan û tilîlîliyên dayika spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …