Artêşa Tirk tevgera xwe li ser sînorê Efrînê zêde dike

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Efrînê zêde dike.EFRIN-ARETSA-TIRK-HEZEN-XWE-LI-CEM-EFRIN-ZEDE-DIKE ‫(1)‬

Artêşa Tirk a dagirker hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê (nêzî gundên Elî Karo û Bîkê yên girêdayî navçeya Bilbilê) zêde dike.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk di navbera herdû gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê û gundên Cîciyo û Kloro yên Bakurê Kurdistanê de, hejmarek leşker û du bircên çavdêriyê bi cih kirine. Her wiha sînor ronî kiriye, da kesên nêzî sînor bibin, hedef bigirin.

Artêşa dagirker di navbera gundên Bîkê û Cîciyo de 3 kon vegirtine, tank û cebilxaneyên xwe lê bi cih kirine. Her wiha hunelên fireh amade kirine, da leşker û maşîneyên leşkerî lê bi cih bikin.

Artêşa Tirk li herêmê 200 dar şewitandine û li ser sînorê gundê Cîciyo avakirina dîwarê şermê didomîne.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker leşkerên Tirk bi cilên sivîl, derdikevin dewriyan. Dema ku nûçegihanê me tevgera artêşa Tirk dişopand, ji aliyê wan ve hat hedefgirtin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …