REQQA – Tîmên taybet ên QSD’ê îro di saetên sibê de di taxên El-Diriye û Teyar ên rojavayê Reqqayê 115 sivîlên din ên çeteyan ew wekî mertal bikar tanîn rizgar kirin.
Tîmên pspor ên QSD’ê xebatên rizgarkirina sivîlên ku çeteyan ew di taxên Reqqayê de wekî mertalên zindî bi kar tanîn didomîn in. Şervanan îro saet di 06.30’an de li taxên El-Diriye û Teyar ên rojavayê Reqqayê 115 sivîlên din rizgar kirin.
Şervanan şevê din jî li heman taxan zêdeyî hezar welatiyên sivîl rizgar kiribûn. Şervanan sivîlên têne rizgarkirin dibin cihên bi ewle.
Çeteyên DAIŞ’ê ji bo xwe ji derbeyên giran ên şervanan biparêzin sivîlan li taxên di bib dagirkiriya xwe de wekî mertalên zindî bikar tînin.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê