Navenda êşkence û mirinê azad bûye

REQQA– Her di nava kolanên Reqqa de kûr diçî, her ku tu rastî bûyerên bi sosret tê, ji deriyê ketina bajar ku çeteyan veguherîbû meslexeya qetilkirinê û bi taybet ji serjêkirina mirovan bigire û heta dalqandina cenazeyan û êşkencekirina hovan li çerxeriya Meşleb pêk dihat. Şervanên QSDʹê bi tekoşîn û hêza xwe bendava ku çeteyan kiribûn navenda mirinê rizgarkirin.REQQA-NAVENDA-ESKENCIYE ‫(1)‬

Çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqqa ku di çileya 2014`an de dagirkiribûn û kirin paytexta xîlafeta xwe, gelek kiryarên hov pêk anîn. Bi pêşketina şervanên QSD`ê re li her taxekê çîrokên cure be cur ku mirov li ber wan matmayî dimîne derdikeve, Yek jê ji benda Meşleb e.

Bi ketina bajarê re û li deriyê bajêr ê rojhilat re,  bi taybet li ser riya Dêr El-Zorê de, çeteyên DAIŞ`ê bendeke kontrolê danîbûn. Ew bend ji ber li nêzî taxa Meşleb bû, bi navê Benda Meşleb dihate nasîn. Ji destpêka ketina çeteyan ji bajarê re di 2014`an de, ew bend ava kirin.

Li vê bendê, çeteyên DAIŞ`ê welatî û ciwanên ku fermanên wan bicihnetanîn serjê dikirin. Welatiyê bi navê Ibrahîm ku ji ber cureyê karê xwe rojane di wê riyê re derbas dibû, bûyerek serjêkirinê ji me re vegot. Ibrahîm da zanîn ku carekê çeteyên DAIŞ`ê derdora 15 kesên ku berê ew li firqeya 17 û balafirgeha bajêr îşkence û qetilkiribûn, anîn vê bendê. Li wir ji ber gelek çûn û hatin çêdibe, li ber çavê welatiyan serjêkirin û serê wan berdan gelî û laş jî wiha hîştin.REQQA-NAVENDA-ESKENCIYE ‫(136643073)‬ ‫‬

Welatiyê ji Reqqa destnîşan kir ku çeteyan 3 rojan ew laş li erdê hîşt, ji bo ku her kesê diçe û tê lê rast were û bibîne û bi vî şêwazî gel ditirsand.

Ibrahîmê ku jiyana xwe li bajarê Reqqa derbas kir, ji ber hin hincetan çeteyan DAIŞ`ê ew girtin û li stadyoma navendî ya bajar gelekî êşkence kirin ku heta niha şopên êşkenceyê li lingî wî xuya dikin. paş hin welatî dikevin navberê û Ibrahîm ji DAIŞ`ê xelas dikin û ew jî neçar dibe ji warê xwe derkeve.

Niha piştî şeş mehan ku cara yekemîn vedigere bi rûkeniyekê got: “Ez axa wê radimusim, vê kêfxweşiya xwe nadim kesî, bi hêvî me ku hemû gel bikaribin rojekê vegerin. Ev cih welat, namus û mala mine.ʺ

Ibrahîm spasiya şervanên QSD`ê ên mala wî rizgarkirine, kir.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …