EFRÎN – Artêşa Tirk gundê Îska yê navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê bi hawan û çekên giran hedef digire.
hate diyarkirin ku li navçeyê di van kêliyan de Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Kela Semanê bicih bûne gundê Îska yê navçeya Şêrewa bi hawan û çekên giran hedef digire.
Derbarê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin û topbaran heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dike.