YPG`ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên Reqa, şehîdekî Efrînê û yekî Qamişlo eşkere kir.

YPG`ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di 16-17`ê tebaxê de dema şervanan sivîl rizgar kirin û cihên stratejîk bi dest xistin 4 şervan, her wiha di encama topbaran Tirkî li ser Minix û derdora wê de jî hevalekî wan û di encama qezayê li bajarê Qamişlo jî rêhevalekî wan şehîd bûn.

Ferehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Pêngava Rizgarkirina Reqqayê ku bi pêşengiya QSD’ê ve tê meşandin bi pêşveçûna şervanan ve berdewam dike. Pêngava ku ev 76 roje berdewam dike heya niha ji nîvê zêdetir navenda bajêra Reqa yê ketiye deste şervanan. Çeteyên ku bi pêşveçûna şervanan ve ketine tengasiyê, di nav bajêr de gelê sivîl wek mertal bikar bîne jî, li derdor mayinan deyne jî, bi maşîneyên bombebarkirî êrîş bike jî, bi van ve bikeve nav hewldana dirêjkirina emre xwe jî lê belê çeteyên DAİŞ’ê her ku diçe diqedin. Wek YPG û YPJ’ê pêngava ku em di nav de cîh digirin şervanên me bi taybet hewl didin sivîlan ji deste çeteyan rizgar bikin û bi armanca rizgarkirina hemû bajêr tevlîbûna xwe bi kedkariyeke mezin çêdikin. Şervanên ku herî dawî di 16 û 17’ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAİŞ’ê bi operasyonek mezin derbê mezin li çeteyan dane cihên stratejik û bi dehan sivîl ji deste çeteyên DAİŞ’ê rizgar kirine. Di encama van operasyonan de 4 hevalên me li dijî çeteyên DAİŞ’ê bi qehremanî şer kirine û tevlî karwanên şehîdan bûne.

Di heman demê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava bi taybet jî li hember Kantona Efrînê bi êrîşên topan ve bê navber berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker şeva 19’ê Tebaxê girêdayê Efrînê gundê Minix û derdora wê bi obûs û topan bombebaran kiriye, di encama topbaranê de hevalek me bi giranî birîndar bûye li nexweşxanê de rûxmê hemû hewldanên rizgarkirinê hevalê me şehîd ketiye.

Li Qamişlo jî hevalek me dema li ser erka xwe bû di encama qezayekî de gihiştiye şehadetê.

Em wek YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bibîr tînin, emê ji bo welatek azad û jiyanek azad ku hemû gel di nav de azad jiyan bikin biafrînin, em soza şopandina riya şehîdên xwe dûbare dikin. Di vê çarçoveyê de em di destpêkê ji malbatên şehîdan re û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Amargî Kendal

Nasnav: Amargî Kendal

Nav û Paşnav: Ibrahîm Işik

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Nedîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Tebax 2017

Ciwan Hesekê

Nasnav: Ciwan Hesekê

Nav û Paşnav: Salih El Hecî

Navê Dayikê: Baraa

Navê Bav: Idrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

Dijwar Karwan

Nasnav: Dijwar Karwan

Nav û Paşnav: Hecî El Etman

Navê Dayikê: Feyza

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Tebax 2017

Nimir Hesekê

Nasnav: Nimir Hesekê

Nav û Paşnav: Emar Mihemed El Elî

Navê Dayikê: Menîfa

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

Serxwebun Qamişlo

Nasnav: Serxwebun Qamişlo

Nav û Paşnav: Wîsam El Xanim

Navê Dayikê: Sewsen

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 18 Tebax 2017

Tekîn Efrîn

Nasnav: Tekîn Efrîn

Nav û Paşnav: Mustafa Elûş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Macid

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Gundê Miniq / 20 Tebax 2017

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …