Artêşa Tirk a dagirker deriyekî li hemberî gundê Şîltetî vekir

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker deriyekî di nava dîwarî ku di navbera gundê Şîltetî yê navçeya Şera û gundên Enab û Bixûxî yên Bakûrê Kurdistanê, ava kiribû, vekir.EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (4)

Piştî ku Artêşa Tirk a dagirker 350 darin zeytûnê yên welatiyên gundê Şîltetî ya navçeya Şera yê Efrînê rakirin û 2 hiktar ji axa navdewletî yê qedexekirî,  dagir kir di 4`ê sibatê de  dest bi avakirina dîwarê şermê, kir.

Lêkirina dîwarê şermê yê di navbera gundê Şîltetî ya navçeya Şera ya Herêma Efrînê û gundê Eneb û Bexûxî yên Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker heta roja îro, dewam dike.

Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker jî deriyek di nava dîwarê ku ava kirî li hemberî gundê Şîltetî vekir, da ku hêza xwe leşkerî di wir derbas  bike. Her wiha artêşa dagirker 3 bircên ji bo şopondina  bi dûriya 200 m ji gund, ava kir.EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (2)EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (7)EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (5)EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (1)EFRIN-SERA-DAGIRKERYA-TURK-SER-SINOR (6)

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Artêşa Tirk a dagirker sala par, li hemberî gundê Mela Xelîl ê Herêma Cindirêsê yê Herêma Efrînê, deriyek vekir.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …