Artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe didomînin

EFRÎN – Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker şeva gundên katnona Efrînê bi çekên giran topbaran kir, şervanên QSD’ê jî bersiva êrîşan da.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din bi çekên giran û doçka girê Bedirxan û Bozan ên herêma Cindirêsê ya Efrînê topbaran kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşan da.

Li aliyê din jî çeteyên Artêş Tirk a dagirker girê Qestelê yên navçeya Şer bi çekên giran topbaran kirin, li vir jî şervanan bersiva êrîşê dan.

Derbarê encamên topbaranê de ziyanên madî çêbûn, lê derbarê detayan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Keleha Semanê ya dîrokî bi cih bûne, şevê din gundê Basûfanê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin. Şervanên YPG’ê jî bersiva êrîşan da.

Derdora Efrînê û gundên kantonê yên sînorî rojane rastî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê. Di her êrîşekê de jî şervanan YPG’ê bersiva êrîşan didin û parstina herêmên xwe dikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …