YPG’ê nasnameya sê şehîdan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê nasnameya sê şervanên YPG’ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku sê şervanên şehîd bûn, ji welatiyên ereb ên herêma Reqayê ye.

Daxuyaniya YPG’ê ya li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:

“Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî nêzî salekî ji pêngava giştî ya Xezeba Firatê di 20’ê Cotmeha 2017’an de ‘bi serbilindî ji dilê bajarê Reqqayê serkeftina hêzên xwe ya di Cenga Mezin a ji bo têkbirina teroristên DAIŞ’ê di paytexta wan’ radighand. QSD serkeftina xwe ya dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybet malbatên qurbaniyên terorê kir.

Di vê çarçovê de îro em nasnameya sê hevrêyên xwe ji pêkhateya Ereb û zarokên herêmê radigihînin ku di 19 û 20’ê Cotmehê di pêngava rizgarkirina Reqqa gihiştine şehadetê.

Weke YPG, di serî de ji malbata şehîdan ji tevahî gelên xwe yê welatparêz, bi taybet pêkhateyên Ereb re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku şopdarê rêya hevalên xwe yê şehîd bin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Cîhad Hesekê

Nav û Paşnav: Cîhad Hesekê

Navê Rast: Mihdî El-Mela

Navê Dayîkê: Cewhere

Navê Bav: Ismaîl

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-10-2017 Reqqa

====

Ebû Emced

Nav û Paşnav: Ebû Emced

Navê Rast: Ebdulhemîd Elî

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Keramê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-10-2017 Reqqa

=====

Ibrahîm El-Keramê

Nav û Paşnav: Ibrahîm El-Keramê

Navê Rast: Ibrahîm Silêman

Navê Dayîkê: Fetim

Navê Bav: Silêman

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-10-2017 Reqqa

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …