Ji “Mertala Firatê” 250 kes veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn

MINBIC – Ji nava komên ku navê “Mertala Firatê” li xwe dikin û girêdayî Artêşa Tirk in, 250 kes veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn.

Ev kesên ku veqetiyane destpêkê bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re kordîne kirin, piştre kom bi kom ji nava çeteyan veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn. Koma yekemîn di mijdara 2017’an de xwe ji çeteyan xelas kir û veqetiya.

Kesên veqetiyane dan xuyakirin ku danûstandina serçeteyên “Mertala Firatê” û Artêşa Tirk bi wna re pir xerab bû û gotin “Îdîayên Artêşa Tirk û çeteyan ên ji bo rizgarkirina herêma ji rastiyê dûr in. Armanca wan a sereke ew e ku Tirkiye herêmê dagir bike da serdema Împeratoriya Osmanî vegerîne.”

Kesên veqetiyan diyar kirin ku hemû komên di bin sîwaneya Tirkiyeyê de tev digerin dizî û talaniya welatiyên sivîl û koçber dikin. Ew komên hanê bi tewanbariya “Ev kes girêdayî DAIŞ an jî rêjîmê ne” mal, milk û maşîneyên welatiyan talan dikin.

Ev kesên ji nava çeteyên Tirkiyeyê reviyane, destnîşan kirin ku komên “Mertala Firatê” tenê armanca wan komkirina dolaran e û ji ber vê yekê roj bi roj di navbera wan nakokî zêde dibin û şerê hev dikin.

Van kesên ku ew jî berê endamên van koman bûn, bal kişandin ser wê yekê ku Artêşa Tirk bi çavekî penaberiyê li kesên ji herêmê dinêrin û ev kes ne xwedî vîn in.

Ev kesên veqetiyayî bi lêv kirin ku ji Dêrazorê zêdetirî 300 kes di nava komên “Mertala Firatê” de hatin kuştin, niha jî ev komên çete li dijî koçberên ji Dêrazorê derdikevin û dixwazin wan ji herêmê derxînin.

Van kesan bang li ciwanên herêmê kirin ku ji nava çeteyên “Mertala Firatê” veqetin û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin da ku herêmê ji dagirkeriya Osmanî ya nû rizgar bikin.

Çekdaran destnîşan kirin ku îdîa û gotegotên Artêşa Tirk a Dagirker derbarê QSD’ê de, ne rast in û armanc ji wê yekê ew e ku navê QSD’ê reş bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …