Artêşa dagirker çeteyên ji eniyên şer direvin, dikuje

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker çeteyên ku li Efrînê ji ber derbeyên giran ên YPG/YPJ′ê reviyan, kuştin.

Çavkaniyeke herêmî ji bajarê Ezazê ragihand ku nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Ezazê hejmarek çeteyên Tirkiyeyê yên li Efrînê birîndar bûne pêşwazî kir.

Di 4 rojên berxwedana QSD/YPG/YPJ′ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê, şervanan derbeyên giran li Artêşa dagirker û çeteyên wê dan. Di encamê de çete bi hev ketin.

Heman çavkaniyê got ku çeteyên birîndar ên li nexweşxaneyê diyar kirin ku çeteyên kuştî yên ku gihîştine bajarê Ezazê ji ber ku ji eniyên şer reviyabûn, ji ber vê yekê ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin kûştin.

Hejmara kuştiyan nehat zanîn, lê hat gotin ku zêdeyî 5 erebeyên embolansê ew veguhestin nexweşxaneyê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …