Banga QSD′ê ji bo civaka navneteweyî: Dewleta Tirk sûcê şer dike

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bang li civaka navneteweyî, saziyên alîkariya mirovî û rêxistinên mafê mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk derxînin holê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li civaka navnetewî, saziyên alikariya mirovî û rêxistinên mafê mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk li Efrînê derxînîn holê.

QSD’ê têkildarî komkujiya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku di encama ‘êrîşên hov’ ên dewleta Tirk  de 4 sivîl ku 2 jê zarok û 2 ji jin hate qetilkirin. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk weke DAIŞ û El Nûsrayê bê ku ferq û cudahî bêxe navbera sivîl û leşkeran êrîş dike.

QSD’ê di daxuyaniyê de van agahiyan dide;

“Artêşa Tirk li dijî gelê me êrîşên xwe zêdetir kir. Di êrîşên li dijî gel de artêşa Tirk her cûrê çekan bi kar tîne û bajêr, gund bê serûber bombardûman dike. Sîvîlên ku ti sûçê wan nîn e, yên ku li Efrînê dijîn, tên bomberdûmankirin.

Îro di saetên sibê de artêşa Tirk careke din hovitiya xwe raxist ber çavan. Weke DAIŞ û El-Nûsrayê ti ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran.

Bi çekên giran Cindirês tê hedef kirin. Bi kîn êrîşî gelê sivîl dike. Di êrîşên hovane yên li dijî Cindirêsê de di malên sivîlan de ziyana madî çêbû. Jin û zarok şehîd bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê 2 jê zarok û 2 jê jin bi giştî 4 sivîl şehîd bûn. Zêdetirî 10 kes jî birîndar bûn. Ev jî dide nîşandan ku ti ferq û cûdahî di navbera dewleta Tirk a xwedî zihniyeta hov û DAIŞ’ê de tûneye.

Ji ber vê sedemê em bang li civaka navnetewî, saziyên alikariya mirovî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van sûcên ku dewleta Tirk dike derxînin holê û bi belge bikin. Em bang dikin ku yên van sûcan dikin bila derxînin holê.”

Hêzên Sûriya Demokratîk – Navenda Ragihandinê
23 Çile 2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

                                                                 

 

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …