Êrîşên hevbeş ên DAIŞ û dewleta Tirk a dagir didomin

DÊRAZOR – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê ya hevbeş li ser Federasyona Bakûrê Sûriyê didomin.

Li gora çavkaniyên leşkerî yê Hêzên Sûriye Demokratîk, duh bi şev heta sibê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê  domiyane û hemû êrîşên wan vala hatin derxistin. Li navçeya Xeranic û Hecin şerên dijwar didomin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê di heman demê êrîşên xwe li ser Federasyona Bakûrê Sûriyê didomînin. Li gora çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûriye Demokratîk ev çar rojin çeteynê DAIŞ`ê bi heman dema dewleta Tirk êrîşî Efrîn kir, êrîşên xwe li ser çeperên wan zêde kirin.

Şevê din jî li navçeya Hecin DAIŞ`ê  êrîşî çeperê wan kirine. Şervanên QSD`ê bersiv dan û du erebeyên doçka hatine rûxandin. Li navçeya Xeranic şerên dijwar rû dan, piraniya navçê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …