Antî-Teror barageheke DAIŞ′ê rûxandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Antî-Teror li ser avahiyeke DAIŞ′ê çalakî pêk anîn, di encamê de avahî hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Li gorî  agahiyên istixbaratî Yekîneyên Antî-Teror saet di 04.00′ê sibehê de li herêma Cezra ya girêdayî bajarê Reqayê li ser avahiyeke ku çeteyên DAIŞ′ê lê kom bibûn, çalakî pêk anîn.

Di encamê de avahî bi temamî hat rûxandin, hejmarek mezin ji çeteyan hatin kuştin û gelek cebilxaneyên wan hatin bidestxistin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …