30 şervan beşdarî nava refên YPJ′ê bûn

QAMIŞLO – Li Akademiya Şehîd Nejbîr a leşkerî ya li gundê Girbawî dikeve yê girêdayî Kantona Qamişlo dikeve, dewreyeke perwerdeyê ya 30 şervanên YPJ′ê bi dawî bû.QAM-30-JIN-TEVLI-REFE-YPJ-BUN ‫(128975365)‬ ‫‬

Dewreya ku bi navê Şehîd Hebûn hat vekirin du mehan dom kir û tê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn. Di dewreyê de 30 jinên Kurd, Ereb û Ejnebî cih girtin.

Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre Fermandara YPJ′ê Rojda Heleb li ser girîngiya parastinê di rewşa ku herêma Bakurê Sûriyê tê re derbas dibe de axivî û bang I gelên herêmê kir ku şopdarên riya şehîdan bin.

Piştre şervanan soza parastina welat, gel, jinê û şopandina riya şehîdan dan.

Di dawiyê de govend hat gerandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …