Şêniyên Eyn Îsa cenazeyên 4 şervanên QSD′ê oxir kirin

EYN ÎSA – Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdaayî herêma Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ku di hemleya rêzgarkirina Reqayê de şehîd bûne, oxir kirin.ENISA-MERASIME-SEHIDA ‫(128975361)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya nexweşxaneya bajarê Girê Spî kom bûn, cenazeyên şeravanên QSD′ê ″ Ibrahîm Elî (Azad), Hecî Mihemed (Hemîdî), Mihened Cedî TİRAD (Rêdûr), Tirkî El Xelef (Ebû Yûsif)  wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmî ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Mehmûd Osman axivî û da zanîn ku ew ê şopdarên riya şehîdên xwe bin û bi ruhê wan têkoşînê bidomînin.

Bi navê MSD′ê Mistefa Ebid da zanîn ku bi şehîdên xwe serbilind in û soza şopandina riya wan da.

Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan li goristanê hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …