Elefterya Hambî, Îfadeya Gerdûnî Bûyîna YPJ’ê ye 3 mins derbas bûye

Şoreşa Jin a Rojava di tevahî cîhanê de deng veda û ji jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide re bû hêviya jiyaneke bi wate. Pergala modernîteya kapîtalîst her çiqasî xwe weke vebijêrkekî dayne holê jî lê legera jinan a heqîqetê di her dema dîrokê de bê navber xwe domandiye.

Şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî weke jineke Alman, li hemberî pergala ku jinê mahkûmê tûne bûnê dike, tekoşîneke bêeman da meşandin. Beriya ku beşdarî nava refên YPJ’ê bibe, li Almanyayê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst  rêyeke tekoşînê geryaye û ji ber vê sedemê jî di nava komên anarşîst de cihê xwe girtiye. Piştî wê jî bi pêkhatina şoreşa Rojava re hemû xewn,xeyal û ûtopyayên ku hevrê Elefterya tewessira wan dikir, şênber bû. Bi deng vedana tekoşîna ku li ser vê axê tê meşandinê re jî hevrê Elefterya stargeha xwe ye jiyanê nû da dît û li ser vê bingehê berê xwe de nava refên YPJ’ê.

Hevrêya me Elefterya bi kesayeta xwe ye wêrek, dilsoz û sozdar re di nava refên YPJ’ê de, bû îfadeya gerdûnî bûyîna birdoziya rizgariya jinê. Şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî lêgera xwe ye jiyana azad li erdnîgariya Kurdistanê bi wate kir.  Hevrê Elefterya di tekoşîna doza azadiya gelê cîhanê de Kurdistan ji xwe re kire navenda esasî. Ji ber ku di wê zanebûnê de bû, ger  ku di landika mirovahiyê de mafê jinan were  binpêkirin, wê tu car azadî li tevahî cîhanê serwer nebe. Bi vê bîr û baweriya ji pêşerojên azad re bi fedakariyeke mezin, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya jin û civakan bi kedêke  bêhempa tekoşîn kir. Hevrê Elefterya heta dawiyê bi pîvanên rast a azadiyê re girêdayî bû û kesayeta xwe jî li gorî pîvanên paradîgmaya civakeke demoktarîk,ekolojîk û azadîxwaziya jinê avakiribû. Pejirandina wê ya a paradîgmayê di her kêliya jiyanê de bi avayekî şênber dihate dîtin. Girêdanbûna wê ye ji hevaltiyê re hem dema  ku jiyan dikir hem jî bi şahadeta wê re cardin bi avayekî vekirî rihê mirovê azad da nîşan dide.  Di heman demê de dilsoza mirovahiyê hevrê Elefterya, di pêngava tune kirina DAIŞ’ê de jî bi avayekî çalak rola xwe leyîst. Li hemberî hêza herî tarî a cîhanê bi rihê azadiya tevahî gelan şerê rûmeta mirovahiyê dameşandin. Ji ber hevrê yên weke Elefterya tekoşîna me ye li hemberî DAIŞ’ê gihîşte van rojan. Emê weke hevrê yên Elefterya herdemê axa welatê xwe li hemberî êrîşan biparêzin.

Hevrê Elefterya piştî tekoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê da meşandin, şûnda berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tekoşîna xwe ye azadiya gelan de gihîşt merheleyeke din û di şîverêyên çiyayên Kurdistanê weke ku bi hezaran salanê li benda vê meşa azadiyê bû, bê ku xerîbiyê bikşîne bû tekoşera doza azadiya gelan. Ya ku wê ber bi çiyayên azad ve bir birdoziya Rêber Apo bû, Elefterya ji vê dozê bawer meşa xwe ye bê dawî heta hênaseya xwe ye dawî bi avayekî serkeftî bicih anî û di sala 2019’an de li çiyayên Kurdistanê tevlî karwanên şehîdan bû. Tekoşîna hevrê Elefterya a ku hemû sînorên ku bi destê hêzên hegemon hatibû xêz kirin, tarûmar kir. Em gelek şanazin ku me bi şoreşgera enternasyonalîst Elefterya re hevaltî kir û emê girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi serxistina tekoşînê re tacîdar bikin. Em weke YPJ’ê ji bo malbata hêja a hevrê xwe Elefterya Hambî û tevahî gelê cîhanê yên ku xwedî nirxên azadiyê derdikevin re sersaxiyê dixwazin.

Weke YPJ’ê emê herdem azadî û aramiya tevahî jinan bikin bingeha esasî a tekoşîna xwe. Wê ji bo me hevrê yên weke Elefterya di avakirina pergala konfedaralîzma demokratîk  bibin çavkaniyeke esasî.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

03.08.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …