Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad

Bi dehan şêniyên herêmên rizgarkirî yên Hecînê di encama Şerê Tunekirina Terorê de ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê hatiye destpêkirin û piştî ku ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê xilas bûn, li malên xwe vedigerin.

 DÊRAZOR

Bi destpêkirina qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê re ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de li gundewarên Dêrazorê û taybet herêma Hecînê didome, bi hezaran şêniyên herêma Hecînê û gundewarên wê koçber bûn û ber bi herêmên rizgarkirî ve ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin, çûn.

Pitşî ku herêma wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û QSD`ê dest bi hemleya paqijkirina herêmê ji mayinan û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kir, şênî hêdî hêdî li mal û herêmên xwe yên ewle vegeriyan.

Di vegerê de şêniyan ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rêxistinên mafên mirovan û xizmetguzariyê xwest ku ji nû ve herêmên wan ava bikin û di zûtirîn demê de jiyanê li herêmên wan vegerînin.

Nûçegihan dema ku şênî li malên xwe vedigerin û ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê xilas dibin, bi wêne  şopandin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …