Fermandariyekî QSD: Bagera Cizîrê ber bi dawî ve diçe

DÊRAZOR – Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Hesen Qamişlo got ku pêngava wan êdî ber bi dawiyê ve diçe. Hesen li ser gef û êrîşên rejîma Baas jî got “Li hemberî me nikarin bibin astengî”.

Hesen Qamişlo wiha bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê rojên xwe yên dawî jiyan dikin û ji ber vê çendê hewl didin bi êrîşên bombeyî û maşîneyên teqemeniyê êrîşî herêmên rizgarkirî bikin da ku pêngava Bagera Cizîrê bidin sekinandin.

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got “Hêzên me gihiştine sînorê Iraqê. Em ê pêngava xwe hetanî rizgarkirina seranserî sînor dewam bikin.”

Vî fermandarê QSD’ê debarê têkiliyên wan li gel Artêşa Iraqê de ku tê gotin “Odeyeke hevbeş li herêma sînor hatiye avakirin” got “Em amade ne li gel hemû hêzên ku şerê DAIŞ’ê dikin têkiliyan deynin. Me xwe gihandiye gelekan û yek ji wan jî Artêşa Iraqê ye. Armanca me ji vê yekê ew parastina sînor e. Me ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li gel hêzên Rûsyayê jî odeyeke hevbeş ava kiriye.”

Hesen êrîşên hemdem ên rêjîma Bass û çeteyên DAIŞ’ê jî wekî hewldanên astengkirina Pêngava Bagera Cizîrê bi nav kir û got “Ev êrîş wê me dûrî armancên me nexin. Hemû êrîşên wan heta niha têk çûne.”

Hesen êrîşên hêzên rêjîmê û daxuyaniya Serokê Sûriye Beşar Esed anî ber hev û got “DAIŞ hindik maye bi dawî bibe. Rêjîm bi vê yekê dixwaze serkeftinên me veşêre û bala cîhanê ji ser bikişîne, di heman demê de xwe wekî aliyekî pir bi hêz nîşan bide.”

 

https://www.youtube.com/watch?v=JHulw2ChthM

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …