Gelê Hesekê 3 şehîdên xwe oxir kirin

HESEKÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 3 şervanên YPG`ê yên ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê, oxir kirin.HSK-MARSIMA-- SAHED (7)

Bi tilîlî û diurûşmeyên şehîd namirin şêniyên Hesekê cenazeyê hersê şehîdan Mûhened Tamê (Demhat Hesekê), Abdulrehman Salih (Azad Hesekê ) û Ehmed Şerîf ( Zagros) ên ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bibûne ji Meclîsa Malbatên Şehîdan, wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.

Li goristanê merasîm bi rêz girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG û Hêzên Erka Xweparastin ve hate destpêkirin.

Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nisrîn Mesûd axivî û sersaxî ji malbatên her sê pakrewanan re xwest û got ku welat bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan hate rizgarkirin.

HSK-MARSIMA-- SAHED (5)

Her wiha yek ji fermandarên QSD`ê Tolvîn Hesekê axivî û diyar kir  ku ew wekî hêzên leşkerî berxwedaniya xwe li hemberî çeteyan dewam bikin û hêviyên şehîdan pêk bînin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de hevrêyên şehîdan cenazeyê her sê şehîdan li goristanê spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …