YPGʹê nasnameyên 4 cangoriyên azadiyê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGʹê nasnameya 4 cangoriyên ku Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir û soza şopandina riya wan dubare kir.

Navenda Ragihandinê bi daxuyaniyekê nasnameyên têkoşeran ragihand û sersaxî ji malbatên wan xwest.

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina herêma Dêrezorê didome. Li herêmê ruxmê şer û pevçûnên dijwar jî şervanên QSDê pêşdeçûna xwe didomînin. Di 19ê mehê de li vir, di encama şer û pevçûnan de hevalekî me gihîşte şehadetê.

Dîsa di nav kar û xebatên paqijkirina mayinan de li Reqa hevalekî me şehîd ket. Hevalê me Egîd Qehreman ê ku demek bû bi nexweşiyeke giran ve têdikoşiya, gihîşt şehadetê. Li Kantona Efrînê di encama topbarana artêşa dagirker a Tirk de hevalê me Bîrhat şehîd ket.

Em weke YPG /YPJʹê di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza girêdana bi rêya şehîdan re dubare dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

DEMHAT HESEKE

Nasnav: Demhat Hesekê

Navê Rast: Mihened El Tame

Navê Dayîkê: Surye

Navê Bav: Keud

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Berfanbar 2017- Dêrezor

MEHMÛD REQA

Nasnav: Mehmûd Reqa

Navê Rast: Mehmûd EL Ehmed

Navê Dayîkê: Mehdiyê

Navê Bav: Hiseyn

Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Berfanbar 2017 – Reqa

EGID QEHREMAN

Nasnav: Egîd Qehreman

Navê Rast: Mezin Şeşa

Navê Dayîkê: Hisne

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb

Cîh û Dîroka Şehadetê: 18 Berfanbar 2017 – Efrîn

BIRHAT CILO

Nasnav: Bîrhat Çîlo

Navê Rast: Mistefa Hemo

Navê Dayîkê: Sazye

Navê Bav: Hisên

Cîh û Dîroka Şehadetê: 14 Berfanbar 2017 – Efrîn

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …