‘Mertala Feratê’ koçberan dişelîne

MINBIC – Çeteyên “Mertala Feratê” yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê hemû kesên derbasî deverên di bin dagirkeriya wan de ne dibin, eşkere dişelînin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê hewl dide fitne û tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de derbixîne çeteyan bikar tîne û bi riya kiryar û fikrên belav dike. Eger evan çete welatiyên ku berê xwe didin van deveran neşelînin, ew ji mûçeyên xwe ku ji Artêşa Tirkiyeyê wer digirin bê par dimînin.

Di van 20 rojên dawî de herî kêm 250 endamên girêdayî “Mertala Feratê” ku ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve tê birêvebirin û ji bo debara malbatên xwe bikin neçar mabûn ku li gorî daxwaza Tirkiyeyê tevbigerin, reviyan û beşdarî nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Çalakiyên xwecûdakirina ji “Mertala Feratê” di ser gelek qonaxan re pêk hat. Evan endaman di destpêkê de kordîneya xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re kirin û beşekî wan di nîvê meha Mijdarê de veqetiyan.

Di nava van 250 kesên veqetiyane sê ciwan û zarokek hene. Evan kesên bi navên Ebid Ezba Siûd El-Hisên, Hisên Ebid El-Ferhan, Ehmed Hisên El-Ferhan û zarokê 14 salî Elî Hisên El-Ferhan ji gundê El-Şehîl a girêdayî bajarê Dêrazorê ne û tabûra bi navê “Mertala El-Şerqiyê” veqetiyane.

Evan kesên ji “Mertala Feratê” veqetiyane dema ku gihîştin deverên di bin serweriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tavilê beşdarbûna xwe ya nava QSD’ê ragihandin û diyar kirin ku hêzên QSD’ê tekane hêza niştimanî ye û ji bo giştî Sûriyeyê û azadiya gelê wê têdikoşe.

Her wiha destnîşan kirin ku armanca Tirkiyeyê tenê dagirkirine û hewl dide bi riya çeteyên girêdayî xwe fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derbixîne û dane zanîn ku tişta wan li ba “Mertala Feratê” dîtine li ti devereke din nedîtine.

Ebid Ezba Siûd El-Hisên got ku Tirkiye û rayedarên “Mertala Feratê” gelek caran mûçeya endaman nadin û çalakiyên talan û şelandina welatiyan rewa dikin, bi taybet welatiyên ku ji ber şer û pevçûnan direvin û berê xwe didin van deveran.

El-Hisên got ku çalakiyên şelandina welatiyên koçber bi riya endamên ku jêre dibêjin “ewlehîkar” pêk tê û armanca wan tenê komkirina pereyan e û ti xebateke wan a girêdayî ewlehiya welatiyan tune ye.

Ebid Ezba Siûd El-Hisên di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiye her tim hewl dide QSD’ê reşbike û agahiyên berûvajî di derbarê şervanên QSD’ê de di nava çeteyên “Mertala Feratê” de belav dike û bi taybet gelê Kurd gelekî reş dike.

Çalakiyên xwecûdakirina ji “Mertala Feratê” hêjî bi awayekî veşartî berdewam e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …