Şêniyên Girê Spî şervanekî xwe oxir kirin û sersaxî xwestin

GIRÊ SPΠ–Şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG‘ê Ehmed El-Ehmed (Serhed Salûk) bi merasîmekê oxir kirin û Ji malbata têkoşer Soro Korik re sersaxî xwestin.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (2)

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî  cenazeyê şervanê YPG‘ê Ehmed El-Ehemd (Serhed Salûk) ji nexweşxaneya Leşkerî wergirtin û bi kerweranekî ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê ve ketin rê.

 

 

 

 

WEHID EBDELA

Li goristanê merasîmeke bi tûreneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparatinê ve dest pêk kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebid axivî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û girîngiya yekîtiya gelan a li hember êrîşan vegot.

XALID KITI

Di merasîmê de her wiha, Endamê Meclîsa Partiya Yekîtya Demokratîk Xalid Kotê axaftin kir û got  ku gelê Bakurê Sûriyeyê di merheleyên hestiyar re derbas bû, bi saya keda van lehengan serkeftinên heyîn hatin bidestxistin.

IPTISAM

Bi navê Kongereya Star Ibtîsam Ehmed jî got “Şehîd namirin, wê hertim di dil û mejiyê me de bin. Ew in ên ku riya me ronî kirine.”

GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (3)

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Cenazeyê şehîd Serhed di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Girseya gel, piştî oxirkirina cenazeyê Serhed Salûk, berî dane konê sersaxiyê yê ji bo têkoşer Soro li gundê Korik hatibû vedan û ji malbata wî re sersaxî xwestin.

ZELIXA EBDI

Di bin konê sersaxiyê, merasîmeke hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zuleyxa Ebdî got ” Em hêz û îradeya xwe ji şehîdan digirin. Aramiya ku em dijîn berhema têkoşîna şehîdan e.”

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …