Endamê Raghandina YPG`ê li Dêrazorê birîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandina û Çapemeniyê ya YPG`ê raghand ku endamekî wan di şopandina Pêngava  Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê de birîndar bûye.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin, yek ji endamên Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê Beşîr Hesekê ji bo şopandina pêşdeçûna operasyona Bagera Cizîrê ev demek bû ku li bajarokê Siwêdan li ser karê xwe bû.

Li gorî Navenda Raghandina YPG`ê Beşîr di dîroka 8`ê Kanûnê de li herêmê dema li ser karê xwe bû, di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê de birîndar bû.

Rewşa Beşîr a tendurustî baş e û xeteriya jiyanî derbas kiriye.

Beşîr Hesekê demeke beriya niha piştî dewreyeke perwerdê ya çapemeniyê ku ji bo bîranîna şehîdên çiyayê Qereçox hatibû vekirin, tevlî nav kar û xebatên ragihandina YPG`ê bibû.

Bajarokê Siwêdan piştî operasyona 12 rojan bi tevahî hate rizgarkirin û di şer de 273 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …