NAVENDA NÛÇEYAN – Penaberên ji Dêrazorê ku ji Kampa Sedê vedigerin warê xwe bi vegera xwe pir kêfxweş in.
Di riya vegerînê de kamîreyên Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê ji kêfxweşiya koçberan hin dîmenên balkêş kişandin.
Jinên koçber ên Dêrazorê dibêjin ku kampê li gorî derfetên xwe alîkariya wan dikir û her tişt ji wan re pêşkêş dikir û niha jî ew bi vegera li gund û warê xwe pir kêfxweş in.
https://www.youtube.com/watch?v=3JmRJIHeNVI
Zarokên ku di dîmenan de xuya dikin jî, diyar e ku bawer nakin êdî bigihêjin malên xwe ango dixwazin niha beriya sibe bigihêjin malên xwe. Ji rûkeniya wan diyar dibe ku çiqas bêriya warê xwe kirine.