gelek aliyan ve êrîşî Efrînê dikin

EFRÎN – Artêşa Dagirker a Tirk û çeteyên xwe ji çend aliyên cuda cuda êrîşî navçeyên Efrînê kirin. Şervên YPJ/YPG’ê jî bersiva êrîşan dan.

Çavkaniyeke leşkerî ji YPG’ê diyar kir ku Artêşa Dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin. Ev êrîş bêyî bersiv neman, şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên giran bersiv dan êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê, heta niha tu agahiyên derbarê ziyanan de neketine dest.

Çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve şevê din ji gundê Kelcibrîn ê ku hatiye dagirkirin, 5 topên hawanê avêtin Girê Xwedê yê li Kantona Şehbayê.

Çeteyan girên Qestelê, Eyn Deqnê û Baflonê yên navçeya Şera jî topbaran kirin. Şervanên YPG’ê jî bersiv dan cihê ku top jê hatine avêtin.

Çeteyên ku li Keleha Semaanê dimînin, gundê Basûfanê dan ber topan. Şervanên YPG’ê dîsa bersiva çeteyan dan.

Bi van êrîşan re tevgera balafirên keşfê ku tê texmînkirin girêdayî Artêşa Tirk in, li jora Kantona Efrînê dewam dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …