46 çeteyên ku êriş birin ser noqtayên QSD hatin kuştin

 

Şervanên Pengava Bagera Cizirê darbeyên giran didin çeteyên ku êriş dikin, iro jî 46 çete hatin kuştin.
Di Pengava Bagera Cizirê ku 87 roja berdewamdike de, şervanên QSD darbeyên giran didin çeteyên DAIS. Çeteyên DAIS ku hatiye ber xelasbuna xwe ji bo ku xelasbuna xwe dereng bixin êrişî noqtayên QSD dikin.
Çeteyên DAIS vê siharê êriş birin ser noqtayên QSD yê gunde Ebu Hemam u Gundê Siwedah. Şervanên bersiv dan êrişê çeteyên DAIS u di navbera çete u şervanên de şêr u pêvçunên giran dest pê kir. Di encama pêvçûnê de heya niha 46 çete hat kuştin. Seyyareyek taqamenî yê çeteyên jî ji aliye şervanên QSD ve hat bebandor kirin DAIS jî hat bebandorkirin.
Di encama pêvçunê de 2 şervanên QSD jî şehît ket.
Êrişên çeteyên DAIS bi girani hat şikandin lê belê pêvçûn cih bi cih berdewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …