Ev şer şerê dilê mezin û rûkenên bedew e

 DÊRAZOR – Şev sar dibin û zivistan li ber derî ye. Şervan “Bagera Cizîrê” li çoleke zuha bi mercên zehmet re têne ber hev. Dîsa jî rûkeniya serkeftinê û dilgermiya azadiyê di asta herî bilind de ye.

DERZOR--MURALE-SERVANA-BILINDI (1)

Şervanên QSD’ê operasyona xwe ya ku 71 roj li pey xwe hiştiye li bejahiya Dêrazorê didomînin.

Erdnîgariya vê herêmê qadek ji çola zuha ye. Gund û gundikên herêmê bi kîlometreyan ji hev dûr in û li sernanserî herêmê bagera tozê heye.

Di şert û mercên herî zehmet de şervanên QSD’ê pêşveçûnên xwe yên ji bo rizgarkirina tevahiya herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin.

Şervanan heta niha 5 hezar km2 ji xaka herêmê rizgar kiriye. Di heman demê de bi awayekî hem wext operasyona xwe û xebatên paqijkirina herêmê didin meşandin.

Komên çete dixwazin derbasî nava sivîlan bibin û bi riya wan derbasî qadên rizgarkirî bibin da ku komkujiyan pêk bînin. Xebatên paqijkirina herêmê rê li pêş van hewldanên çeteyan digire

Li çola zuha pêşveçûnDERZOR--MURALE-SERVANA-BILINDI (4)

Şervanên QSD’ê çawa li Reqa, Minbic, Tebqa û herêmên din ên Bakûrê Sûriyeyê di mercên pir zehmet de gelên herêmê rizgar kirin û ji bo gelên Sûriyeyê bûn hêviyeke mezin, pêngava Bagera Cizîrê jî bi heman armancê birêve dibin. Tevî toza zêde ku dihêle çavê mirov bi awayekî baş pêşiya xwe nebîne û mesafeya dîtinê dikeve asteke ku tiştek nayê dîtin, dîsa jî şervan gav bi gav pêşde diçin.

Mayînên ku çeteyan li vê çola zuha bi cih kirine, ji aliyê ekîbên taybet têne tesbîtkirin û rakirin da ku sivîl bi awayekî ewle derbasî qadên azad bibin.

Her çiqas mercên erdnîgariyê, dijwariya çola zuha û bahoza tozê ya zêde jî, şervanên QSD’ê bi hemû hêza xwe hewl didin îro berî sibe gelên herêmê ji zordariya çeteyan azad bikin.DERZOR--MURALE-SERVANA-BILINDI (5)

Rûkeniya ku hêjayî dîtinê ye

Şervnaên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji xeta herî pêş hetanî xeta herî paş a operasyona Bagera Cizîrê 24 saet di nava moralekî bilind de tev digerin.

Li nava vê çola zuha û pêlên tozê de şervan agir pêdixin li dor kom dibin, her wiha bi coşa serkeftina li hemberî rêxistina “terorîst” DAIŞ’ê awazên vedibêjin û govenda azadiyê digerînin.

Ger mirov bixwaze vî dîmenî rast binirxîne, ev dîmenê agirê serkeftinê ye, bi rûkeniya xwe biryardarî û coşa xwe didin xuyakirin.

Di şevên sar, di nava reşî û tozê de şervan bi deng û awazên xwe yên heybet şeva xwe rengîn dikin.

Hem kêf û hem jî êşDERZOR--MURALE-SERVANA-BILINDI (3)

Di stran û awazên şervanan de, hem dengê bi êş û hem jî dengê bi kêf hene. Hema dikarim bêjim ku her şev em dibin mêvanê van şevbêrkan. Dengbêjî û stranên ku têne gotin carnan me dibin bîranînên dûr, carnan jî mirov dikare di çavê şervanan de dîrokekê bıxwîne. Tişta herî bala min kişandiye, rûkeniya di rûyê şervanan de bû. Mirov dixwaze tenê rûnê û li kûrahîya kenê wan temaşe bike. Mirov dikare bêje ev şer şerê dilê mezin û rukenên bedew e.

‘Werin govenda Dêrezorê’

Îro di saetên şevê ber bi sibehê ve, pêleke dijwar a tozê dest pê kir. Tevî vê yekê jî şervanan bang li me kirin “Werin govenda Dêrezorê dest pê kir”DERZOR--MURALE-SERVANA-BILINDI (6)

Rewşên wiha zehmet ên hewayî, dibe ku çete wekî lawaziyekê bibînin û êrîş bikin. Lê dîsa jî şervanan agir vêxistin, li dor kom bûn, stran gotin û govend gerandin.

Piştî govenda xwe şervanan li ser koza agir çayê çêkirin û bi hev re vexwarin. Bi vî rengî me nedît bê şeva me çawa derbas bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …