QSD çi pêşxistin li Dêrazorê bidestxistine?

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên QSD’ê herêmeke bi rûpîvana bi dirêjahî 184 km û bi paniya 45 km di 49 rojan de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo deverên Cizîrê yên di destên çeteyan de mane û gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, di 9’ê Îlonê de hemleya Bagera Cizîrê dest pê kir.

Şervanan di vê demê de herêmeke bi rûpîvana bi dirêjahî 184 km û bi paniya 45 km ji bin destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li vê herêmê gelek deverên stratejîk ên weke devera pîşeyî ya girêdayî bajarê Dêrazorê di 10’ê Îlonê de, fabrîkeya pembo (yek ji fabrîkeyên pîşeyî yên mezin li herêma Dêrazorê) di 13’ê Îlonê de, navenda gazê ya Konîko ya li bakurrojhilatê Dêrazorê di 23’an de, navçeya Sor di 28’ê Îlonê de, zeviyên petrolê yên El-Cefra di 30’yê Îlonê de û zeviyê El-Umer a petrolê di 23’yê Cotmehê de rizgar kirin.

https://www.youtube.com/watch?v=JwfUctw7Or8

Ji ber pêşveçûnên bi lez ên şervanên QSD’ê li herêmê hêzên “El-Natora” ya Asûrî ya li herêma Cizîrê jî beşdarî nava xebatên rizgarkirinê yên Bagera Cizîrê bû.

Provakasyon û êrîşên rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê ti carî li pêşiya pêşveçûnên şervanan nebûn asteng û xebatên xwe yên rizgarkirina herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê bi rêk û pêk dane meşandin û niha tenê 17 km dûrî sînorên Îraqê ne.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …