Artêşa Tirk daran radike û kolandina xendeqan didomîne

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê de, 150 dar rakirin û kolandina xendeqan didomîne. EFRIN-LEV-U-TEVGERA-TURKAN-SER-SINOR (2)

Artêşa Tirk a dagirker axa Sûriyê derbas kir û li ser sînorê Kantona Efrînê navendên leşkerî ava kirin û destwerdana li hember axa Sûriyê didomîne.

Derbarê vê yekê de, çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker 150 darên welatiyên gundê Baliya yê herêma Raco rakirin da lêkirina dîwarê şermê bidomîne.

Artêşa Tirk di 26ʹê Cotmehê de 70 darên zeytûnan û 50 darên lozan li bakurê gundê Şingêlê yê girêdayî navçeya Meydana ya herêma Raco rakiribûn.

Nûçegihanên me her wiha anîn ziman ku artêşa Tirk hewl dide kolandina xendeqan di zûtirîn dem de bi dawî bike û dane zanîn ku di vê çarçoveyê de gelek alavên rakirina daran û kolandina xendeqan li ser sînor bi cih kirine.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …