4 gund hatin rizgarkirin, 11 çete hatin kuştin

DÊRAZORÊ – Şervanên QSD′ê pêşveçûna xwe didomînin û 4 gund rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja xwe ya 57 de didomê de. Şervanên QSD′ê îro di saetên sibehê de bi hêrsa komkujiya ku duh ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve pêk hat berê xwe dan gundên ku hê di bin dagirkeriya DAIŞ′ê de.

Bi pêşveçûna şervanan re şer derket, di encamê de gundên El-Xece ku 36 km dikeve başûr rojavayê Dêrazorê, El-Hecne ku 37 km dikeve başûr rojhilatê bajêr, Teyib El-Fal ku 38 km dikeve başûr rojhilatê bajêr û Siker ku 40 km dikeve başûrê rojavayê bajêr hatin rizgarkirin û 11 çete hat kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …