Rêjîma Baas êrîşî çeperên şervanên QSD′ê kir

DÊRAZORÊ – Rêjîma Baas êrîşî çeperên Şervanên QSD′ê kir, di encamê de 4 şervanên QSD′ê birîndar bûn.

Îro di saetên nîvro de rêjîma Baas li Dêrazorê çeperên şervanên QSD′ê yên li depoyên genim (sewami) yên dikevin bakur rojavayê bajarê Dêrazorê û nêzî şirketa şekir bi obusan hedef girt. Di encamê de 4 şervanên QSD′ê birîndar bûn.

Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …