Çerxerêya Neîm hat rizgarkirin, 37 çete radest bûn

 REQA – Piştî şerekî dijwar çerxerêya Neîm hat rizgarkirin, 37 çete radestî QSD′ê bûn û 11 çeteyên biyanî jî hatin kuştin.

REQA-CERXERYA-NEIM1 (1)

Qonaxa dawî ya hemleya rizgarkirina Reqayê ku bi navê ″Şehîd Ednan Ebû Emced″ dest pê kiribû, bi hemû leza xwe berdewam dike. Di şer û pêvçûnên ku ji duh ve li çerxerêya Neîm berdewam dikir de, şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyan dan. Îro jî ji danê sibehê heta êvarê şer bênavber berdewam kir, di encamê de 9 çete hatin kuştin û 12 çeteyan xwe radestî şervanan kirin. Di saetên êvarê de jî  şervanan çerxerêya Neîm ji çeteyan rizgar kirin.

Her wiha li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada Fotbolê jî şer û pevçûn bênavber berdewam dikin. Li nexweşxaneya Wetenî 15 û li stada Fotbolê jî 10 çeteyan xwe radest kirin. Li van deveran 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan  êrîşî çeperên şervanan bikin, beriya ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û herdû çeteyên du hundirê erebeyan de hatin kuştin.REQA-CERXERYA-NEIM1 (3)

Di encama van şer û pevçûnên dijwar de 3 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Li deverên ku şer û pêvçûn lê rû didin de, 237 sivîlên din (ku piraniya wan jin û zarok) jî hatin rizgar kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …