YPG: 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda  Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9-17`ê Cotmehê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di hefteya borî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran êrişî gundên girêdayî navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê kirin. Di encama şerên û pevçûnên ku hatin jiyankirin de 3 çete hatin kûştin û 9 çete birîndar bûn. Her weha balafirekî keşfê yê artêşa Tirk jî hat xistin.

Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 8 rojên dawî wiha ne:

Di dîroka 09.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, çekên BKC, B7, doçka û kanas êrişî gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Cindirêsê û Şera yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrişan dan. Di encama bersivdayîna hêzên me de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li eniya Ezazê 3 kuştî û 5 birîndar, li Kil Cibrînê jî 4 birîndarên çeteyan hene.

Di dîroka 11.10. 2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên bi topên hawanê û çekên doçka yên li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawa berdewam kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan êrişên çeteyan. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 12.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser gundên navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê yên bi topên hawanê û çekên doçka berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişên çeteyan. Her weha di heman rojî de hêzên me komekî çeteyan û treksekî çeteyan yê ku li eniya Girê Bahar û Girê Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên kantona Efrînê çeperên nû çêdikirin hedef girtin. Di encam de hatin astengkirin.

Di dîroka 13.10.2017`de hêzên me çeperekî çeteyên girêdayî Tirk yê sûîkastê tespît kirin û bi SPG-9 ev çeper hate rûxandin. Dîsa di heman rojî de êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiva êrişan dan. Her weha balafirekî keşfê yê artêşa Tirk dema ku li ser navçeya Bilbilê yê Kantona Efrînê digeriya hedef kirin û di encamê de balafirê keşfê hat xistin.

Di dîroka 14.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Şera û Cindirêsê yên Kantona Efrînê berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişên çeteyan. Her weha di heman rojî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk dixwestin li eniya Girê Barîn yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê çeperên nû çêkin. Di encama mudaxeleya hêzên me de karê çeteyan hat sekinandin.

Di dîroka 15.10.2017`an de çeteyên gîrêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Cindirêsê û Şêrawa berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 16.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundên girêdayî navçeya Şera û Cindirêsê yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiva êrişên çeteyan dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin”.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …