REQA – Çeteyên DAIŞ`ê ji bo şikandina dorpêçê, êrîşe noqteyên QSD`ê, kirin. Li ser bersivdayîna şervanan êrîşa çeteyan hate şikandin û li navenda bajar şerên dijwar hîna rû didin.
Beriya niha bi çenda saetan, çeteyên DAIŞ`ê ku êdî pir tengav bûne û dorpêça li ser wan roj bi roj tengtir dibe, êrîşe noqteyên şervanên QSD`ê yên li navenda bajarê Reqayê, kirin.
Şervanên QSD`ê yekser bersiv dan û di encamê de şerekî dijwar rû da. Li gorî agahiyên ji Reqayê hatin girtin êrîşa çeteyan têk çû û şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin.
Di şerê ku heta niha li navenda bajarê Reqayê dewam dike de, 3 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ`ê ketin destê şervanên QSD`ê.