25 sivîlên din ên Reqayê rizgar bûn

REQA – Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 25 sivîlên din ji taxa Nehda ya Reqayê, rizgar kirin.REQA-RIZKAKERNA-SIVELAN ‫(128975365)‬ ‫‬

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de hatibû destpêkirin, bi pêşketinên şervanên QSD`ê dewam dike. Li rex pêşketinan, şervanên QSD`ê rizgarkirina sivîlan ji Reqayê wekî erkekî sereke danîne pêşiya xwe û di oxira parastina sivîlan de bi dehan şervanên QSD`ê gihîştine asta şehadetê.

li taxa Nehda ya Reqayê, îro tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 25 sivîlên din ji derdora mizgefta Îmam Newewî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew gihandin cihên bi ewle.

Li aliyekî din şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê ku di saetên sibehê de derketibû, ta vê kêliyê dewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …