Şehîd Mezlûm Doxan hate oxirkirin

GIRÊ SPΠ– Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî şehîdê Hêzên Asayîşê Hecî Ehmed(Mezlûm Doxan), li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê, oxir kirin.GIRESPE-OXIRKINA-SAHED ‫(128975361)‬ ‫‬

Karwanê şehîd ji ber çerxeriya Elem ber bi Goristana Mehmûd Tamê ya gundê Tenhûza ve, ketê re. Hevseroka Rêveberiya Xweseriay Demokratîk Zelîxa Ebdî, Rêveberê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Selahdîn Firat, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPJ/YPG û bi dehan şêniyên bajarê Girê Spî, tevlî merasîmê bûn.

Li gorisanê merasîm bi  toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Erkaxweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah, bi navê Kongreya Star Fadiya Hesen, bi navê TEV-DEM`ê Selahedîn Firat û bi navê YPG`ê Fermandar Siyabend Girê Spî, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Hecî re û hemû şehîdan re hate xwestin û berxwedana şervanan di Pêngava Bagera Cizîrê û Hemleya Rizgarkirina Reqayê hate bibîrxistin.GIRESPE-OXIRKINA-SAHED ‫(1)‬

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel û şervanan cenazeyê şehîd rakirin ser milan û rex hevreyên wî defin kirin.

Hecî Ehmed(Mezlûm Doxan) dema bi erkê xwe radibû, li Girê Spî şehîd bû.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …