Rûsya vê carê bi hawan û katyoşan noqteyên QSD`ê topbaran dike

DÊRAZOR – Hêzên Rûsya vê carê bi hawan û katyoşan noqteyên QSD`ê li kargeha Konîko, topbaran dikin. Bombebarana bi balafiran jî li heman noqteyan didome.

Beriya niha bi nîv saetekê balafirên Rûsya dest bi bombebarana noqteyên QSD`ê yên li kargehan Konîko ya gazê, kir.

Di van kêliyan de jî, Hêzên Rûsya ji derdora Dêrazorê kargeha Konîko ya gazê bi hawan û katyoşan, topbaran dike.

Topbaran û bombebarana hêzên Rûsya li ser noqteyên QSD`ê ta vê kêliyê didome.

Kargeha konîko ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê di 23`yê  vê mehê de hatibû rizgarkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …