Rûsya noqteyên QSD`ê bombebaran dike

DÊRAZOR – Balafirên Rûsya noqteyên QSD`ê yên li kargeha Konîko ya gazê bombebar dike.

Li gorî çavkaniyên ji QSD`ê, balafirên Rûsya noqteyên QSD`ê li kargeha Konîko, bombebaran dike. Li gorî agahiyan du şervanên QSD`ê bi giranî birîndar bûne. Tê payîn ku hin şervanên QSD`ê  jî şehîd bûne.

Li gorî heman jêderî bombebaran dewam dike.

Kargeha konîko ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê di 23`yê  vê mehê de hatibû rizgarkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha balafirên Rûsya û Rejîma Sûriyê noqteyên QSD`ê yên li herêma Dêrazorê bombebaran kiribû û di encamê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bibûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …