QSD: Em ê li hemberî êrîşên Rûsya bêdeng nemînin

DÊRAZOR – Fermandariya Giştî ya QSD`ê tekez kir ku ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê têkildarî bombebarana noqteyên hêzên wan li bakur-rojhilatê Dêrazorê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Di demeke ku hêzên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gelê me li rojhilatê Çemê Firatê rizgar dike û bi pêşve diçe, Hêzên Rûsya û Hêzên Rejîmê êrîşeke bê bext anîn ser hêzên me li kargeha Konîko, stasyona Ezba û kargeha Nesîc. Di encama bombebarana bi balafiran û topavêjan de, hinek şervanên me şehîd û birîndar bûn.

Her wiha pêşveçûyînên me bi kordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî dike. Ji aliyekî  din ve jî her tim em naxwazin têkevin şerekî din û taqeta xwe ku pêwîst e em li dijî terorê û terorîstan bi kar bînin, hedir bikin.

Em êrîşa dijminahî ya Hêzên Rûsya û hevalbendên wê ku  xizmete terorîstê dike û li dijî şerê terorê ye, şermezar dikin. Em tekez dikin ku em bêdeng namînin û em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.

Em bang li Rûsya dikin ku dev ji van  helwestên xwe yên dijminahî yên derheqê gelê me û hêzê wî ya  leheng de berde.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …