DÊRAZOR – QSD`ê kargeha şekir û stasyona kehrebê yên bakurê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 7`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê roj bi roj ber bi Dêrazorê ve pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê, dixin.
Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin girtin, şervanên QSD`ê kargeha şekir û stasyona kehrebê yên bakurê bajarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.