DÊRAZOR– Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê û Rusya li nêzî herêma Sînayî ya rojhilatê Çemê Firatê noqteyên hêzên QSDʹê yên ku şer DAIŞʹê dikin bombebaran kirin.
Nûçegîhanên me yên Hemleya Bagera Cizîrê dişopîn in diyar kirin ku balafirên şer ên Rusya û hêzên rêjîma Sûriyê li nêzî herêma Sîna ya rojhilatê Çemê Firatê navendên hêzên QSDʹê bombebaran kirin. Bombebaran saet di 03.00ʹan de pêk hat.
Derbarê ziyanan de tu agahî ne hatin bidestxistin.