6 şervanên QSD`ê di encama bombebaran balafirên Rêjîm û Rûsya de birîndar bûn

DÊRAZOR – Di encama bombebarana balafirên Rêjîma Sûriyê û Rûsya de, li herêma nêzî Sîniyê ya girêdayî herêma Dêrazorê, 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Pêngava Bagera Cizîrê raghandin, ku di encama bombebarana noqteyên şervanên QSD`ê li herêma Sîniyê ya rojhilatê Çemê Firatê ya girêdayî herêma Dêrazorê, ji aliyê balafirên şer ên Rêjîma Sûriyê û Rûsya ve, 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

Di saet 03:00`an de balafirên şer ên Rêjîma Sûriyê û Rûsya, noqteyên şervanên QSD`ê yên nêzî herêma Sîniyê ya rojhilatê Çemê Firatê, bombebar kirin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …