REQQA- Fermandara YJŞ`ê Denêz Şengal destnîşan kir ku ew ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê tevlî Hemleya Rizgarkirina Reqqayê bûne.
Şervanên YJŞ`ê ji bo Jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û tola wan rakin tevlî hemleya Rizgarkirina Reqqayê bûn.
Fermandara YJŞ`ê Denêz Şengal ku ew jî tevlî hemleya rizgarkirina Reqqayê bûye.
Denêz Şengal di destpêka hevdîtina xwe de sedema tevlîbûna wan a Hemleya Rizgarkirina Reqqayê wiha anî ziman:ʺÇeteyên DAIŞ`ê zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî dîl girtin û revandin. Ew jinên Êzidî hemû li Reqqayê bi cî kirin. Ji ber vê yekê erkê me ye ku em jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û tola hemû jinên li bazarên Mûsil û Reqqayê hatine firotin rakinʺ.
Denêz Şengal di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku jina Êzidî li benda şervanên YJŞ`ê ne ku wan rizgar bikin û got:ʺBihabûna rizgarkirina jinên Êzidî çi be, em ê bidin. Heyanî ku em jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar nekin, em ê têbikoşinʺ.
Girîngiya têkçûyîna çeteyên DAIŞ`ê li Reqqayê Denêz Şengal wiha nirxand:ʺReqqayê ji bo çeteyên DAIŞ`ê gelekî girîng e, ew navenda wan ya sereke ye ku ji wêdere êrîşî Şengal, Rojava û giştî Sûriyê dikirin. Eger DAIŞ`ê li Reqqayê têkbiçe wê li bi temamî têkbiçeʺ.
Fermandara YJŞ`ê Denêz Şengal di dawiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Em ne tenê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê têdikoşin, em ji bo rizgarkirina giştî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê têdikoşinʺ.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê