ŞAHBA/EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Kantona Efrînê û Şahbayê bi çekên giran topbaran dikin, YPG/ YPJ`ê û Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşan didin.
Nûçegîhanên ji navçeyên Efrînê ragihandin ku çeteyên Artêşa Tirk a dagirker gundê Meranaz û Vîlat EL-Qadî yên navçeya Şera topbaran kirin, her wiha gundên Basofanê, Beiyê û Birc Heyder ên navçeya Şêrewa bi tang û hawanan topbaran dikin, şervanên YPG/YPJʹê êrîşên ku ji Ezaz û Keleha Seman pêk tên bersivandin.
Çeteyên girêdayî Tirkiyê jî gundê Birc Silêman û Girê Barîn ên navçeya Şêrewa bi rokêtên Hawan û çeka Doçka topbaran kirin. Çeteyan li newala Zîlan a navçyea Cindêrisê jî êrîş pêk anîn.
Nûçegîhanên li herêmên Şahbayê dane zanîn ku çeteyên Artêşa Tirk a dagirker ên li bajarokê Mari û gundê Kelcebrîn û Ezaz ê bi cih bûne, gundên ( Til Midîq, Herbel, Şêx Îsa, Wehşiyê, çerxereya bajarokê Arfad “Til Rifet” û Mezreya di navbera gundên Dêr Cemal yên navçeya Kantona Efrînê û gundê Kefirnaya yên herêma Şehbayê bi çekên giran û rokêtên Hawan êrîş pêk anîn, şervanên Artêşa Şoreşgeran jî bersiva êrîşan dan.
Şervanên Artêşa Şoreşgeran, balefireke keşfê ya girêdayî çeteyên Tirkiyê li gundê Elqemiyê li herêmên Şahbayê anîn xwarê.
Topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê gelek zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêkir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di seatên êvarê de êrîşî gundê Semûqa kirin, şerekî dijwar di navbera çeteyên Artêşa Tirk û şervanên Artêşa Şoreşgeran de derket, şer heta saetên sibê dom kir. Encama şer ne hate zanîn.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê