Şehîdê Reqqayê Şoreş Cûdî hate veşartin

SERÊKANIYÊ – Cenazeya şervanê YPG`ê Şoreş Cûdî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate oxirkirin.SRK-CENAZEYA-SERVANE-YPG-SORES-CUDI1 ‫(199492097)‬ ‫‬

Îro bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê, cenazeya şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Edhem Mehmûd( Şoreş Cûdî) ku di 7 Tîrmehê de li Reqqayê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya Berkevirê oxir kirin.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî  û sersaxî ji malbata têkoşer Cûdî re xwest.

Ji Fermandarên YPG`ê Metîn Polat axivî û soza parastina welat ji hemû êrîşan û di serî de êrîşên dewleta Tirk  a dagirker, nû kir.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê têkoşer Şoreş Cûdî hate definkirin.

 

SRK-CENAZEYA-SERVANE-YPG-SORES-CUDI1 ‫(199492099)‬ ‫‬ SRK-CENAZEYA-SERVANE-YPG-SORES-CUDI1 ‫(199492100)‬ ‫‬ SRK-CENAZEYA-SERVANE-YPG-SORES-CUDI1 ‫(1)‬ ‫‬

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …