Li bermaberî zordariyê bû mînaka jina berxwedêr

REQQA – Jina bi navê Henaa ku di dirêjahiya salên dagirkeriya DAIŞ′ê de tu carî serî netewnadiye, bû qurbaniya hovîtiya çeteyan û li herêmê li dijî zordariyê, bû mînaka jina berxwedêr.

Ji bo berxwedanê cih û dem ne pêwîst e. Li cihê ku tarîtî lê zêde dibe, ronahiya berxwedanê her geş dibe. Li devera ku lê zulm li pêş e, ji bilî berxwedanê çare tune ye. Li warê ku lê mafên mirovahiyê tên binpêkirin, mirov her têkoşîna xwe xurtir dikin.

Dema îro behsa zulm, binpêkirin û tarîtiyê tê kirin, yekser navê DAIŞ′ê û bajarê Reqqayê (ku li cîhanê wekî navenda terorê tê naskirin) di xeyala mirov re derbas dibe.

Li Reqqayê bi hezaran mirovên bê sûc, bûn qurbaniya terorê û hişmendiya Faşîst a paşverû. Bi hezaran Jin bûn qurbaniya deshilatdariya zilamên serdest, lê li beramberî vê yekê her û her ronahiya berxwedanê berz bû.

 Jina berxwedêr; Henaa

Bi hezaran jinan ev zulm qebûl nekirin û li hember desthilatdariya DAIŞ′ê gotin “NA”. Jina bi navê Henaa yek ji van jinên berxwedêr bû. Henaa gelek caran li dijî biryarên çeteyên DAIŞ′ê derketiye. Ji ber vê yekê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

Henaa di dirêjahiya salên dagirkeriya DAIŞ′ê de tu carî desthiatdarî nepejirandiye û hevoka wê ya navdar ku her dubare dikir ev bû: ″Çete ji me re dibêjin hûn Xenzîr in, lê belê Xenzîrên rast ew in.″

Henaa dayîka zarokekî bû. Ji bo ku çete tola ji Henaa hildin û êşa wê mezin bikin, zarokê wê jê girtin û li pêşiya çavên wê çermê wî rakirin, piştre jî agir bi bedena wî xistin. Hovîtiya çeteyan bi vê yekê sînordar nebû û Henaa jî qetil kirin. Henaa li heramberî zordestiyê, bû mînaka jina berxwedêr.

Henaa hat qetilkirin, lê berxwedana wê her di bîra heval, dost û xizmên wê de ye. Hemû jinên herêmê behsa çelengiya wê dikin û wê wekî jineke berxwedêr bi bîr tînin.

Ji bo tolhildana ji Henaa û bi hezaran jinên ku li ser destê çeteyên DAIŞ′ê rastî îşkence û zulmê hatine, îro bi serkêşiya Jinên berxwedêr ên YPJ′ê bajarê Reqqayê tê rizgarkirin û li şûna tarîtiyê, jiyaneke nû tê avakirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …