REQQA – Şervanên QSD′ê jiyana xwe dixin xetereyê, da mayînan bêbandor bikin û welatiyên sivîl ên Reqqayê bigihînin cihên bi ewle.
Piştî ku çeteyên DAIŞ′ê derbeyên giran ji destê şervanên QSD′ê xwarin, çeteyan şêniyên taxên Reqqayê birin navenda bajêr û ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin, her wiha sivîl nikaribin xwe bigihînin noqteyên şervanan, ketin û derketinên taxên Reqqayê mayîn kirin.
Şervanên QSD′ê jî jiyana xwe dixin xetereyê da mayînên ku çeteyan çandine bêbandor bikin, da sivîl bikaribin xwe bigihînin cihên bi ewle.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê